ROJEVA 14'Ê SIBATA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Sibata 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Sibata 2020'an.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Eger tecrîd bi dawî nebe wê krîz û darbeyên mezin rû bidin. AKP-MHP ji bo faşîzmê pêk bînin tecrîdê didomînin."
Koordînasyona KJK'ê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku wê ti carî qebûl nekin. KJK'ê ji bo Ocalan got, "Dostê rasteqîn ê jinê."
Hevserokê OHD'ê parêzer Bunyamîn Şeker anî ziman ku polîtîkaya tecrîda giran a li dijî Ocalan tê meşandin li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin û got, "Bidawîbûna tecrîdê bi azadbûna civakê dibe."
Ji fermandarên HPG'ê Dr. Mazlûm Dersim destnîşan kir ku komploya navneteweyî wê ti carî bi ser nekeve û ji bo vê jî wê bi her awayî berdêlan bidin.
Li Îranê di 21'ê Sibatê de ji bo hilbijartina 290 parlamenteran gel wê biçe ser sindoqan. Kurd û mûxalîf hilbijartinê boykot dikin.
Artêşa Îsraîlê ku îdîa dike, êrişên Hamas, Hîzbûllah û Tûgayên Qûdsê wê zêde bibin, agihand ku wê bernameyeke çêkirina dronan û firotina wan bixe meriyetê.