ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan di çarçoveya serdanên Şaredariyên DEM Partiyê yên bi wesîleya Cejna Qurbanê de sibe diçin Qersê.

Di bi navê 'Rojên Diyalogê yên bi Ocalan re' wê di navbera 15-22'ê Hezîranê de li zêdeyî 40 bajaran çalakî bêne lidarxistin. Çalakî wê li ser tecrîda Îmraliyê û paradîgmaya Abdullah Ocalan bin.

Ji berdevkên kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' Hatîp Dîcle têkildarî armanca rojên 'Diyaloga bi Ocalan re' axivî.

Şehîd Xebat Fedakar ku da pey armancên xwe û canê xwe feda kir, bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir.

Ji bo bîranîna Şehîd Mihemed Gabar û Zozan Omer klîbek hate weşandin. Strana klîbê ji aliyê Hacî Mûsa ve hate gotin.