ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Wê tevgera dagirker artêşa Tirk û hêzên ku piştgiriyê didin wan û geşedanên li gorî wê werin şopandin.

-Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku berxwedana li Zap û Avaşînê tê kirin xeta azadî û berxwedanê ya Zîlan û Şîrîn Elemhuliyan e û banga xwedîlêderketina berxwedana gerîlayan kir.

-Ahmet Yûsûf Ahmed ji hêzên Roj a girêdayî PDK’ê bû û vê hêzê amadekariya êrişa li ser Rojava dikir. Yûsûf Ahmed ji hêzên Roj veqetiya û diyar kir ENKS a girêdayî PDK’ê jî fermanên dewleta Tirk û MÎT’ê bi cih dianî.

-Rênçber Agirî ku di NÇM û saziyên girêdayî wê de dixebite û bi çanda Kurdî mezin bûye, diyar kir ku NÇM di rastiyê de akademiya çanda Kurdî ye.

- Hevserokatiya KCK’ê bi boneya şehadeta jina têkoşer Aysel Dogan daxuyaniyek da. KCK’ê Dogan bibîr anî û bang li welatparêzên Kurdistanê û hemû derdorên şoreşger ên demokratîk kir û got, “Xwedî li şehîdên azadî û şoreşê derkevin û têkoşînê mezin bikin.”

- Di hefteya duyemîn a êrişa dagirker de ya ku di 14’ê Gulana 1997’an de hatibû destpêkirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ‘Tirkiye ketiye nav rîsk û rewşeke xerab. Em vê êrişa dagirkeriyê wekî ku mirov avê dide pola dinirxînin.”