ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Gulana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Gulana 2020'an.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen got, bi hezaran girtiyên ku li derveyî qanûna înfazê hatine hiştin û di nava lepên şewbê de ne, ji bo jiyanê li ber xwe didin.
Çavdêrê siyasî Welîd Çolî hevdîtinên li Rojava yên ji bo yekîtiya neteweyî nirxand û diyar kir ku ji bo yekîtiyê atmosfereke erênî heye. Welîd Çolî diyar kir, dewleta Tirk ji alternatîfa ENKS'ê ketiye nava hewldanan.
Nivîskarê Kurd Kahir Bateyî bal kişand ser metirsiya li ser zimanê Kurdî û got, "Ji bo zimanê Kurd bi pêş bikeve û tune nebe, divê sazî û siyaseta Kurd bi hişmendiya neteweyî stratejiyekê biafirînin."
Gerîla Viyan Hêvî ku li qadên gerîla doktoriyê dike got, "Em çiqasî biwestin jî kenekî hevrêyên me dihêle ku westandina me biçe. Em di nava gerîla de bi hezkirin kar dikin."
Kovara Hawar ku di têkoşîna zimanê Kurdî de xwedî cihekî girîng e, ji sala 1932'an heta 1943'an hate weşandin. Di nava 11 salan de 57 hejmarên kovarê derketin. 23 ji wan bi alfabeya Latînî û Erebî, hejmarên din jî tenê bi alfabeya Latînî derketin.
Yekîtiya Mafên Mirovan a Neteweyî (IGFM) ji bo berdana siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim nameyek ji Erdogan re şand.
Di ser hilweşandina rejîma Boûteflîka salek derbas bû, lê belê li Cezayîrê zexteke ji dema Boûteflîka 'girantir û xerabtir' li ciwan û mûxalîfan tê kirin.