ROJEVA 14'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Cotmeha 2018'an.
- Piştî ku jina Kurd a Êzidî Nadîa Mûrad hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin, komkujiyên li civaka Êzidî hatin kirin jinûve ketin rojeva cîhanê.
- Wekîlê HDP'ê Necdet Îpekyuz bal kişand ser êrîşên qirkirina siyasî û got, "Ji bo destketiyên me krîmînalîze bikin êrîş dikin. Lê belê ev êrîş dibin sedem ku berxwedêriya gelê me qewîn bibe."
- Ji ber ku çêrgeh û zozanên Colemêrgê li gundiyan hatine qedexekirin, bi sedan heywan telef bûne.
- Tevî ku eşkere bû ku çeteya bi navê "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) ji rejîma Erdogan re dixebite, 8 endam û rêveberên wan ên li Stûttgartê tên darizandin, tenê ji sûcên edlî tên cezakirin.
- Li bakurê Yewnanîstanê, wesayitek ku koçber tê de bûn û qemyonek li hev qelibîn. Ji ber qezayê 11 kes mirin.
- Li gelemperiya Fransayê ji bo avhewayê zêdeyî 80 meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. Meşa li Parîsê bi beşdariya 14 hezar û 500 kesî pêk hat.
- Li bajarê Chîcago yê DYA'yê, bi hezaran jin li ber polîtîkayên Trûmp ên "dijberiya li jinan" rabûn û daketin kolanan.
- Roja Yekşemê wê li Eyaleta Bayern a Elmanyayê hilbjartin were kirin. Partiya CSU ku 60 sal in li eyaletê desthilatdar e, dibe ku têk biçe. Pêkane ku Partiya Çep jî surprîzê bike û ji benda hilbijartinê derbas bibe.