ROJEVA 14'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve rojeva meclîsa federal a Elman. Wekîla Partiya Çep Brandt, pirsa "Hûn ê CPT bixin nava liv û tevgerê ji bo biçe Îmraliyê?" li hikumeta Merkel kir.

- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir, tecrîda li Îmraliyê 20 sal in bi rêk û pêk dewam dike û got, "Ji bo aştî û aramî bê vê erdnîgariyê divê tecrîd bê rakirin."

- Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 28'an de ye. Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) jî di nav de nûnerên gelek saziyan û bi sedan welatparêz çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan wan.

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike. 

- Roja 16'ê Çileyê wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi beşdariya çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyeke girseyî li ber avahiya Parlamenta Ewropayê pêk were.

- Gerîlayê azadiyê Cîhan Eren, qala bîranîna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku sala 1997'an li Şamê hev dîtibûn.

- Cotmeha derbasbûyî heyetek ji Swîsreyê li Amed û Mêrdînê lêkolîn kiribû. Derket holê, piraniya kesên ji heyetê re axivîn hatine girtin. Endamê heyetê parlamenter Fabîan Molîna got, "Kesên ji me re axivîn bi îdîaya destekkirina terorê tên sûcdarkirin."

- Efrîniyên ku bi berxwedan û afirîneriya xwe navdar in, li penaberiyê jî her hildiberînin. Yek ji berhemên Efrîniyan jî Febrîqeya Helawê ya bi navê Cûdî ye, ku rojane 2 hezar qutiyên helawê çêdike.