ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.
KCK: Wê dewleta Tirk a ku li ser Rêber Apo tecrîdê ferz dike, di 23. sala wê de hîn zêdetir teşhîr û tecrîd bibe. Desthilata faşîst a AKP-MHP ku heya îro komployê bi rêvedibin û li ser vê bingehê hewldidin qirkirina Kurd temam bikin, hilweşe.
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mûslim got: “Her kêliya ku Rêber Apo di wan şert û mercan de dijî, ji bo me şermekî mezin e.”
Zêdetirî 100 kesî ji bo komploya navneteweyî, esaret û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd protesto bikin bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir.
MARP bi daxuyaniyekê ragihand ku wê destekê bide meşa li Parîsê ku îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.