ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Nivîskarê Elman Peter Schaber ê ji bo kesên ku xwestin cîhana ramanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêm bikin, pirtûkek amade kir got: “Tirsîna desthilatdaran a ji Ocalan tiştekî baş e.”
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûnsal, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mînakên tecrîdê yên di dîrokê de, hincetên redkirina serlêdanên rojane, meyzandina tecrîdê ya di qadên mafê mirovan de û têkildarî qanûnên ji bo Ocalan tê çi wateyê nirxand.
Bi salan e ku li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê polîtîkayên zext û zordariyê zêde ne. Girtiyên ku dengê wan nayê bihîstin gotin her tişt kêfî tê kirin, banga alîkariyê li saziyên mafê mirovan kirin.
RîseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabe ser piya) têkildarî kampanyaya 1’ê Mijdarê ya hefteyekê dabûn destpêkirin daxuyaniyek da, destnîşan kir ku niha ji her demê bêhtire ku xwedî li Rojava derkevin.
KBDH'ê li dijî tundiya li ser jinê 25'ê Mijdarê ji bo mafê jiyanê bang li hemû jinan kir ku xwe berdin qadan û got, ''Li dijî tacîz, tecawiz û tundiya li ser jinê ji her demê zêdetir divê em dengê xwe geş bikin.''
Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo, Fransa , Tirkiye û Siûdî Erebîstan jî di nav de wê serdana gelek welatan bike. Hate ragihandin ku Pompeo wê di serdana xwe ya li Tirkiyeyê bi rayedarên Tirk re necive.