ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît polîtîkayên desthilatdariyê yên têkildarî jinê rexne kir û got, "Navê jinê jî nîne."

Hêzên deryayî yên Fransayê vê dema dawiyê gelek fîrkateyn li rojhilatê Derya Spî wezîfedar kir ku ev yek weke hewldanek li dijî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê tê nirxandin.

Encamên dawî yên referandûma 1'ê Mijdarê ya li Cezayîrê roja Pêncşemê ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn a Cezayîr ve hatin eşkerekirin û pejirandin.

Hikumeta Awûstralyayê wê lêkolîn bike, yekîneyên wan ên leşkerî yên demeke dirêj li Efganistanê wezîfe kirine tevlî sûcên şer bûne yan na.

Komîsera Karên Hundir a Yekîtiya Ewropayê (YE) Ylva Johansson diyar kir ku wê 'bernameya têkoşîna dijî terorê' ya nû pêşniyar bikin. Armanc ji vê bernameyê jî ew e ku 'valahiyê'n di parvekirina agahiyan û hevkariya bi polîsan re hene, dagirin.