ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.
- Bi belgeyan îspat bû ku "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) çeteya çekdar a rejîma Erdogan a li Elmanyayê ye. Wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ku fînansorê vê çeteyê ye, derket holê ku ferman daye çeteyê ku li dijî Kurdan çalakiyên çekdarî bike.
- Mehmûd, ku li mala Ocalan destpêkê li Rojava bûbû mêvanê wê ji dayik bû, niha şervanekî YPG'ê ye û li eniya Dêra Zor e. Mehmûd dibêje, "Her roja me bi şiyara 'Ya em ê bi ser bikevin, ya jî em ê bi ser bikevin' dest pê dike."
- Gola Sihke ya li taxa Sihke ya Wanê ye û malovaniyê ji sedan cûreyên çûkan re dike, ji ber gemara zêde li ber tinebûnê ye.
- Vegera li çiyayê Qendîlê ku gefên leşkerî û siyasî lê tên xwarin û bi balafirên şer êrîş lê tê kirin, didome. Jiyana li Qendîlê her çar demsalan zindî û bedew e.
- Li Fransayê, ku malovanî ji civîna bilind a COP21'ê re kir û Peymana Avhewayê ya 2015'an lê hatibû qebûlkirin, bi beşdariya 50 welatan civîneke bilind a avhewayê hate lidarxistin. Bi vê civînê re biryardariya ji bo têkoşîna li dijî germahiya global hate nîşandan.