ROJEVA 13'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Kanûna 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.
- Gelek sazî û rêxistinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê, ji bo helwesteke neteweyî li hemberî biryara DYA'yê ya li dijî sê rêveberên PKK'ê nîşan bidin, wê li Brukselê li hev bicivin.
- Sekreterê Giştî yê partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Salih Gedo got, "Berxwedana li Îmraliyê bi tena serê xwe lehengiyeke mezin e." Gedo qala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku 37 sal in wî nas dike.
- Zêdeyî du sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Heyeta HDP'ê bi CPT re hevdîtin kir û jê xwest ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.
- Rêveberên HDP'ê û welatiyên li Amedê ketin greva birçîbûnê, berî bên destgîrkirin ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetê ya li hemberî çalakiya Leyla Guven dan. Çalakgeran gotin, wê serê xwe li ber êrîşan netewînin.