ROJEVA 13’Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13’ê Cotmehê
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13’ê Cotmehê
*Li Berlîn, Parîs, Viyana, Stockholm, Toronto û Melboûrneyê li çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan vê Şemiyê dadikevin qadan.
*Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Eylem Kasim diyar kir ku Tirkiye ji bo gelan bûye girtîgeheke servekirî û ji bo girtiyan jî bûye girtîgeheke girtî.
*Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney diyar kir ku li Amedê bêtir jin hatine destgîrkirin û ev ne tesaduf e. Guney diyar kir ku desthilatdarî ji îradeya jinan ditirse.
*Swîsreyê ji ber rewşa herêmê û ya Tirkiyeyê firotina hin malzemeyên şer da sekinandin.
*Bagera Mîchael a ku li DYA’yê li gelek bajaran da bû sedem ku 13 kes bimirin.
*Li Nîjeryayê hêza milîsan a bi navê CJTF ya ku li dijî çeteyên Boko Haram têdikoşe, biryar da ku gelek zarokên çekdar ên di bin banê wê de serbest berde.