ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu anî ziman ku DMME hin dosyayan di nava du salan de yan jî herî zêde di nava 7 salan de bi encam dike, lê belê dosyayên têkildarî tecrîda li Îmraliyê 10 sal in radiwestîne.

Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Têkoşer, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest pê kir û ber bi Aachenê dewam dike, wê di roja sêyemîn de bê şopandin.

Şêniyên kampa Şehîd Rustem Cûdî di salvegera êrişa PDK'ê ya li kampa Ertûşê de ya 13'ê Îlona 1995'an, qala wê demê kirin.

BionTech ku derziya li dijî vîrûsa koronayê çêkir, derziya li dijî kanserê ku li ser mişkan bi bandor e, dest pê kir ku li ser mirovan biceribîne.