ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

Zana Farqînî û Cevahîr Sadak Duzgun diyar kirin, zimanê Kurdî ku bi salan e li dijî asîmîlasyonê li ber xwe dide di rewşeke metirsîdar de ye û gotin, divê her Kurd nêrîna xwe ya siyasî deyne aliyekî û bi hev re li ber asîmîlasyonê rabe.

Li Îranê piştî ku zêdeyî 110 kes ji ber şewba çûkan jiyana xwe ji dest dan, Wan û bajarên din ên li ser sînorê Îranê di nava metirsiyê de ne.

Li Derya Spî di dawiya hefteyê de du qeza rû dan. Ji ber ku keştiyan koçber tê de bûn noq bûn, herî kêm 41 kesî jiyana xwe ji dest dan ku 8 ji wan zarok bûn.

Hate ragihandin, di êrişa Pêncşemê de ya li Nîjerê 89 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.