ROJEVA 13'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Bûyerên piştî hevdîtina doh a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe re wê werin şopandin.

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

- Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 27 roj li pey xwe hişt. Malbatên hin çalakgeran ji bo piştevaniyê serdana çalakiyê kirin.

- Rayedarên Fransî û Kurd ên roja Şemiyê ji bo edaletê li Parîsê meşiyan, bang li hikumeta Fransayê kirin ku hem komkujiyê ronî bikin, hem jî di mijara Rojava de bi berpirsyarî rabe.

- Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa T a Amedê 5 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

- Serdar Star ku sala 1996'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît got, "Rêbertî dema xatir ji min xwest got, 'Dest ji Kurdistanê bernede, ev bes e'. Yek ji hêza bingehîn a têkoşîna min, ev gotina dawî ya Rêbertî ye."