ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Bûyerên ku ji ber şerê li Dêrazorê diqewimin wê bêne şopandin.
Rûspiyên eşîran êrişên hikumeta Şamê û hêzên Dîfa El Wetenî yên li Dêrazorê şermezar kirin û li dijî destwerdana dewleta Tirk banga yekîtiyê kirin.
Ji fermandarên HPG'ê Fazil Şevger got, Pêngava 15'ê Tebaxê tevî ku li dijî dijmin bû, her wiha li hemberî hevkarên dijmin jî hate kirin ku zext û xizanî li ser gelê Kurd ferz dikirin.
Azad Tolhildan ê HPG'î diyar kir ku artêşa Tirk nikare bi ser bikeve, qad di bin serweriya gerîla de ye.
Hevseroka TUHAY-DER'ê Yeter Erel anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê bandorê li tevahiya civakê û girtîgehan dike û got, "Li dijî tecrîd û zilmê, em dengê xwe bilind bikin."