ROJEVA 12'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Tîrmeha 2019'an.

- Dadgeha herêmî ya li Berlînê rewşa hevser û sê zarokên çeteyekî DAÎŞ'ê yê Elman ê li kampên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nirxand û biryar da ku divê malbata DAÎŞ'î ji bo Elmanyayê bê anîn.

- Hate ragihandin, li Sûdanê piştî ku tevgera gel û Konseya Leşkerî di mijara pêvajoya derbasbûnê de li hev kirin, hewl hate dayin ku darbe bê kirin.

- Bi zêdebûna nifûsa dinyayê re daxwaza ji bo xurekê jî zêde dibe. Fikar hene ku bi zêdebûna hilberîna çandiniyê re zerareke giran li hawirdor û avhewayê bê kirin.

- Hestiyên mirovan ên li Yewnanîstanê hatin dîtin nîşan didin ku Homo Sapiens ji texmînan zûtir ji Efrîkayê derketine.