ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.
Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li DYE û hêzên din ên hevparê komploya navneteweyî kir, "Divê destê xwe ji xwîna Kurdan vekişînin û êdî piştgiriyê nedin êrişên mêtingerî-qirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP'ê."
Koordînasyona KJAR'ê destnîşan kir, ku bi sekna têkoşînê ya li Kurdistanê re bi rengekî dîrokî hesab ji armanc û siyaseta qirêj a hêzên komploger tê pirsîn.
Peace in Kurdistan Campaign-Kampanya Aştî ji bo Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo maf û aştiya li Rojhilata Navîn û xwest tavilê bê berdan.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde bersiv da pirsên parlamenteran ên li ser dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê û destnîşan kir ku bêyî rawestan wê dagirkeriya li Efrînê di hevdîtinan û li qada navneteweyî de timî bixin rojevê.
M. Alî Nametogûllari yê 20 salî ku li Wanê bi fîşeka leşkeran birîndar bû, rewşa wî hîn giran e. Nametogûllari di îfadeya xwe de diyar kir ku leşkeran destpêkê li wî dane, piştre jî gule lê reşandine.
Çep a Têkoşer (Interventionistische Linke -IL) ku li 33 bajarên Elmanyayê rêxistinbûyî ye, diyar kir ku ew jî tevlî pêngava 'Dema wê ye' bûye.
Saffron Walden Reporter, Inlington û rojnameya Hackney ku li Îngilistanê weşanê dikin, bi banga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlan da.
MOP'ê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Garê da.
Li Danîmarka û Elmanyayê di operasyonan de herî kêm 13 kes hatin destgîrkirin û ji amadekariya êrişekê guman ji wan dihate kirin.