ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Parêzer Mesût Beştaş diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd ji pirsgirêka Kurd ne cuda ye û destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî tavilê bikevin dewrê.

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Hevserokê Meclîsa Gel a Duholê Salih Êzidîn Xelo diyar kir ku ew ji êrişan natirsin û wê berxwedana xwe mezintirf bikin.

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê ku dikeve sala 27'an û zerara wê ya li Kurdan û demokrasiya Elman, wê di sê panelên cuda de yên bi rengê onlîne bên lidarxistin, bê nîqaşkirin.

Li dijî Rêxistina 'Welt Hunger Hilfe' ya Elman ku li Efrînê ji bo bicihkirina dagirkeran dixebite, 28 rêxistinên hiqûqî metneke hevpar a şermezarkirinê weşandin. Li ser mezinbûna nerazîbûnê, rêxistinê ragihand ku wan karê xwe rawestandine.

Çeteyeke DAÎŞ'ê wê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li hemberî Kurdên Êzidî kiriye li Elmanyayê bê darizandin.

Di encama danûstandinan de yên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li Tûnisê hatin kirin, aliyan li hev kirin ku di nava 18 mehan de li Lîbyayê hilbijartin bê kirin.

Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), li Emerîka Navîn ku hefteya derbasbûyî bagera Eta lê bi bandor bû, jiyana zêdeyî 1.2 milyon zarokî ser û bin bû.