ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.

- Serhat Baya ji Fransayê hat Şengalê û tevlî nava refên YBŞ'ê bû. Niha jî di Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî DAIŞ'ê şer dike. Baya got, YPG bêyî ku cihêkariyê bike herkesî diparêze.

- Li navçeya Artemêtan a Wanê, ji bo 126 cerdevanên nû merasîmek hate kirin. Personelên Şaredariya Artemêtanê bi darê zorê tevlî vê merasîmê hatin kirin.