'Hevalê Qasim yek ji temsîlkarê herî xurt ê xeta Apoyî bû'
Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Cûdî qala şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim yek ji nûnerên herî xurt ê xet û felsefeya Apoyî bû. Yek ji hunermendên herî xurt, mirovekî herî zane bû."
Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Cûdî qala şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim yek ji nûnerên herî xurt ê xet û felsefeya Apoyî bû. Yek ji hunermendên herî xurt, mirovekî herî zane bû."
Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Cûdî qala Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn kir ku 27'ê Gulana 2020'î di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû.
Di destpêka axaftina xwe de Têkoşîn Cûdî di şexsê Qasim Engîn de şehîd hemû bi bîr anî û got, "Hevalê Qasim hevrêyekî fedakar bû, gelekî bi tevger û bi coş bû, moralê xwe bilind bû. Li her qadên jiyanê bû. Xwedî van taybetmendiyan hemûyan bû. Lê belê dema ku mirov van jî bînin ziman têrê nake, kêm dimîne. Mirov hewl bide hevrê Qasim vebêjin, ev yek wê nehêsan be. Wate dida jiyanê, li ser vê wateyê jî xwe digihand heqîqetê.
Rêbertî dibêje, 'PKK helbestek e, stranek e, romaneke bê dawî ye'. Mirov dikare hevrêyên şehîd jî bi vî rengî pênase bikin. Ew nemir in, em ji bo şehîdên xwe çi bikin wê kêm be. Em ê nikaribin deynê wan bidin. Dema ku em qala azadiyê dikin, şehîd azadî ye. Azadî, heqîqet û wate şehîd e. Têkoşîn û berxwedan şehît e. Ji ber ku ji bo armanceke mezin, ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin. Weke ku di pênaseya hevala Zîlan de hate gotin, 'Xwezî ji canê min bêhtir tiştekî hêja hebûya ku min ew jî ji bo Rêbertî feda bikira'. Rêbertî civakek e. Rêbertî nûnerê nirxên azad û pîroz hemûyan e. Ji ber vê yekê hevrêyên me yên şehîd hemû, bi taybetî jî şehîdên me yên weke hevalê Qasim têkoşîneke bi wate meşandin. Bi hevalê Qasim re me demeke dirêj derbas kir, em bi hev re xebitîn, bi hev re meşiyan. Salên dûr û dirêj me bi hev re têkoşîn meşand. Têkiliyên wî yên hevrêtiyê gelekî xurt bûn. Dema ku min cara destpêkê hevalê Qasim dît liv û tevgera wî, sekna wî, helwesta wî gelekî balkêş bû. Em 20 hevrê bi hev vre bûn, hemû jî li dora wî civiyan. Yek bi yek ji me pirsîn bê çawa ye, çi karî dike, ji ku ye, kengî tevlî bûye, perwede dîtine yan na.
Bi vî rengî bi me re sohbet dikir. Bawerim di nava partiyê de, di nava rêxistina me de kesek nîne ku bi hevalê Qasim re silav nedane hev, jê bi bandor nebûye, ew nas nekiriye. Tu wî nas dike, ew jî te nas dike. Hevalê Qasim digot, 'PKK bi her tiştên xwe bedew e', ez jî dikarim bibêjim ku hevalê Qasim bi her tiştên xwe bedew bû. Wî bedewî bi xwe re kiribû yek."
Têkoşîn Cûdî bi dewamî got, "Hevalê Qasim gelekî hez ji gerandina govendê dikir. Gelekî hez ji stranên Koma Berxwedan, şehîd Mizgîn û şehîd Sefkan ên li ser nirxên me dikir. Di her pîrozbahiya me de digotin, de ka stranekê bibêjin. Me jî ji bo gotina stranê ew pêşniyar dikir. Hevalê Qasim timî helbestên li ser hevalên şehîd, yan jî stranên berxwedanê digot."
Têkoşîn Cûdî destnîşan kir ku şehîd Qasim Engîn hem hunermend, hem perwerdekar, hem fermandar, hem jî hevrêyek bû û got, "Bi salan di nava partiyê de bû. Di heman demê de endamê komîteya navendî ya partiyê bû. Bi her tiştên xwe xwezayî bû. Hurmet û pîvana wî ya rêxistinî cuda bû. Dema ku hevalê Qasim bi te re bûya, te zanîbû ku tu dikare pirsgirêkan jî kelecana xwe jî pê re parve bike. Her wiha armancên xwe yên ji bo paşerojê... Gotinên wî mirov dixist nava liv û tevgerê. Li gelek qadan cih girt. Li Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li nava komîteya şehîdan cih girt. Wê demê bi arşîvên şehîdan re gelekî eleqedar dibû. Ji bilî vê karên perwerdeyê, karên çapemenî-weşanê dikir. Kîjan kar jê re bihata dayin, qebûl dikir, tevlî dibû. Bi rastî jî di karê xwe de zindîbûnek diafirand. Hevalê Qasim demeke dirêj di nava karên çapemenî-weşanê de ma. Gelekî xwezayî bû, rehet bû lê di heman demê de xwedî dîsîplîneke gelekî cidî ya kar bû. Em bi hev re dixebitîn. Serê sibehê sae di 00:06'an de plansaziya giştî dihate kirin. Hemû heval kom dibûn, plansazî dikir, wezîfe dihate parvekirin û her kes diçû wezîfeya xwe. Dema ku pirsgirêkekê rû bida, ji bo çareseriyê jî yekser berê xwe didan wî. Ji ber vê yekê dikarim bibêjim ku hevalê Qasim hunermend e, perwedekar e, hevrê ye, fermandar e.
Têkiliyên xwe yên bi gel re gelekî cuda bû. Dema ku bi wan re diaxivî hem tiştek ji wan werdigirt hem jî xwedî nêzîkatiyeke gelekî sade bû. Dema ku bi yekî Botanî re diaxivî, mirov digot 'Gelo ev ji Botanê ye?' Têkildarî gel xwedî hişmendiyeke dîrokî bû. Gelekî eleqeya xwe li ser çand û dîroka Kurdan hebû. Ne tenê eleqeya teorîk, ev yek di pratîkê de jî dikir."
Gerîla Têkoşîn Cûdî destnîşan kir ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn timî rû li ken bû, bi moral bû û got, "Hevalê Qasim li gelek qadan têkoşîn meşand. Mînak di mijara tenduristiyê de digot: 'Qet nebe nîv saet piştî xwarinê çayê venexwin, ev yek ji bo tenduristiyê baş nîne'. Yan jî digot, 'Temam, hûn çixareyê dikişînin, lê belê çixareyek serê sibehê ya berî taştê bi qasî paketeke bi temamî zerarê dide. Vê nekin'. Timî hişyar dikir. Di mijara xwarin û vexwarinê de jî hewl dida perwerde bike. Dixwest jiyan bi rengekî bedew û bi tenduristiyeke baş bê jiyîn. Weke milîtaneke Apoyî, weke ferdeke vê têkoşînê dikarim vê bibêjim; yek ji hevrêyên herî bedew bû ku min ew nas kir. Wateya heqîqetê di kesayetiya xwe de afirandibû. Ji bo vegotina wî ne nivîs, ne stran têrê dike. Divê hevalê Qasim her tim bê bîranîn."
Di dawiya axaftina xwe de Têkoşîn Cûdî got, "Ji bo em karibin jiyana xwe li ser bingeheke rast ava bikin, divê em xwe bigihînin heqîqeta şehîdan weke hevalê Qasim. Hevale Qasim yek ji temsîlkarên herî xurt ên xet û felsefeya Apoyî ya li nava PKK'ê bû. Yek ji hunermendên herî xurt, mirovên herî zane bû."