ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Gulana 2020'an.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku ew yekîtiya Kurdan pîroz dibînin û got, divê PDK meseleya Zînî Wertê taloq neke, di zûtirîn demê de dawî li vê aloziyê bîne û her hêz vekişin pozîsyona xwe ya berê.

Gerîla Bêrîvan Hejar ku di temenê ciwantiyê de ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û êşkence lê hate kirin, got  "Berxwedana zindanê ya Şîrîn Elemhûlî ji bo min esas bû. Çi dibe bila bibe ez ê ti carî teslîmî dijmin nebûma."

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê peyamek ji malbatên Bêrîtan Hêvî Rohan (Selda Sumbul) û Çekdar Melek (Dîrbas Altintaş) re şand, ku her du gerîla 13'ê Sibata 2017'an li qadên gerîla ji ber êrişa hewayî şehîd bûn.

Kêmbûna belavbûna CO2 ku dibe sedema germahiya global van du mehên dawî di asteke dîrokî de didome. Bi stratejiyên hevpar ên piştî krîzê mirovahî dikare vê rewşê bike firsendek.

Di encama lêkolînekê de ya li Bûlgaristanê, hate ragihandin ku mirovê herî kevn ê li Ewropayê hatiye tespîtkirin, hatiye dîtin.