ROJEVA 12'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Dadgehên Belçîkayê biryar dan ku PKK rêxistineke terorê nîne. Tevî vê biryarê jî dozgeriya Belçîkayê civaka Kurd bi temamî 'tacîz' dike. Dozger her wiha gef li parêzerekî xwar ê ku li sedema tacîzê pirsî.

- Yek ji sedan Rojavayiyên kete bin bandora Ocalan, Mihyeddîn Hesan e. Tevî zarok, xwişk, bira, xwarzê, birazê û xalên zarokên xwe tevlî şoreşê bû û hem barê giran ê şoreşê rakir hem jî bi wê rûmetê dijî.

- Wezîrê Karên Hundir Seehofer li ser çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne got, "Piştî ku yek bi yek hatin lêkolîn em ê wan werbigirin, lê belê li dij im ku bi rengekî komî werin anîn."

- Sozdar Çiya li ser şopa bavê xwe ku li nava refên PKK'ê şehîd bû, tevlî nava gerîla bû û got, "Min soza xwe bi cih anî, e jî li Çiyayê Gabarê tevlî gerîla bûm, di heman rê de meşiyam, min pişta xwe spart heman tehtî."