ROJEVA 12'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Cotmeha 2018'an.

- Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, AKP dixwaze bi operasyonên li dijî siyasetmedar û rojnamevanan re desthilatdariya xwe bidomîne û serî li gel bitewîne. Beştaş destnîşan kir ku AKP wê bi ser nekeve.

- Navçeya Erdîş a Wanê ji ber erdheja sala 2011'an hilweşiya bû. Ji hingî ve dewletê tenê avahiya Midûriyeta Emniyetê û Girtîgeheke Nû li navçeyê çêkir.

- Polîsên ku li Wanê li endamên HDP û KESK'ê xistin û ew destgîr kirin, li xwe mikur hatin ku wan ev yek bi "erka ku sîstema serokatiyê daye wan" kirine.

- Li Spanyayê, Partiya Sosyalîst a desthilatdar û partiya mûxalefeta çep Podemos li hev kirin. Bi vê lihevkirinê re tê xwestin ku mûçeyê kêmtirîn bi rêjeya 20 ji sedî bê zêdekirin.

- Parlamenta Herêmê ya Katalonyayê ku li Spanyayê xwedî erkeke berfireh a xweseriyê ye, pêşnûme biryarek qebûl kir. Bi vê biryarê re bang li hikumeta navendî kir ku sîstema monarşîk betal bike.

- Li Tûnisê qanûneke ku nîjadperestiyê qedexe dike hate qebûlkirin. Reşikên Tûnisî ev yek weke "qanûneke dîrokî" bi nav kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Tûnisê bi vê qanûnê re di nava cîhana Ereban de gaveke nû avêt.

- Dadgeha Bilind a Eyaleta Washîngtonê hikum da ku cezayê îdamê bi rengekî "kêfî" û "nîjadperestî" tê bicihanîn û diyar kir ku ev yek li destûra bingehîn nayê.

- Li gelemperiya cîhanê 235 milyon kes bi Fransî diaxivin. 59 ji van li parzemîna Afrîkayê ne. Tê texmînkirin ku ev hejmar di sala 2050'î de bibe 700 milyon.

- Neteweyên Yekbûyî (NY) bi wesîleya 11'ê Cotmehê Roja Zarokên Keç a Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku hîn jî bi sedan milyon zarok nikarin biçin dibistanê, ya jî di emrê biçûk de tên xebitandin.