ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Ji bo şehîdên Komkujiya Gazî ya 12'ê Adarê û Komkujiya Qamişloyê ya 12'ê Adarê li gelek deveran wê merasîmên bîranînê bêne lidarxistin.

- Hevserokê Komîteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat: Dewletê di 12'ê Adarê de xwest gelan li hemberî hev bide şerkirin, lê belê gelan ev lîstik têk birin.

- Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê were şopandin.

- Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn got, "Em ji bo bicihanîna îradeya gel dixebitin. Bi taybetî wezîfeyeke mezin dikeve ser milê hilbijêrên li derveyî 33 bajarên Kurdan."

- Hevseroka Egîtîm-Senê Şaxê Amedê Salîha Zorlû destnîşan kir ku ji polîtîkayên şerê taybet a herî diyarker û tund binpêkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye.

- Endamên Saziya Malbatên Şehîdan nerazîbûn nîşanî qetilkirina Sadûn Mîrza Elî dan û gotin, "Mirovên ku destê wan ketiye xwîna şehîdan bila nebêjin ku ew li malê rehet in. Em ê xayinan ti carî efû nekin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin."