ROJEVA 12'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Çileya 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Çileya 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
--Yekîtiya Jinên Diyalektîk a Navnetewî ji bo Leyla Guven mesaja destekê dan, xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe.
- Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr têkilî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan axivî û got, girtî bi giyanê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin.
-Wekîlê HDP'ê Selçûk Mizrakli got kaos û krîza li welêt ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir, adrêsa hêviyê Imralî ye.
-Li Parîsê wê di salvegera qetilkirinê de ya yek ji damezirînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez, ya 9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê bi meş û mîtîngekê were şermezarkirin û wee xwestin ku faîl werin darizandin.
-Îdîayên hilbijêrên xeyalî yên derbarê AKP'ê heftiya bihurî ketibûn rojevê, li Wanê, kesekî ku li qeydên hilbijêriyê nerî, dît ku li ser adrêsa wî navê 5 kesan derketiye.
-Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Prz. Bunyamîn Şeker têkilî rewşa girtiyên di çalakiya birçîbûnê de axivî. Şeker got, ''Rêveberiya Girtîgehê ya Xarpêtê, kesên ku ketine greva birçîbûjnê û yên DAÎŞ'î, El Nusra û Fethulliyan li heman cihî dihêle''.