ROJEVA 11'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakiyên meşa dirêj ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz işaret bi xwedîderketina gel a li Meşa Azadiyê kir û got, "Ji ber vê yekê ev meş ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe. Gelê me ji vê yekê bawer dike."
- Namzeta Hevşaredara Çewlikê Aydin Burçun a DEM Partiyê diyar kir ku wê Çewlîkê ji bo dewlemendkirina komekê nekin qurban û got, wê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin.
- Parêzer Aynûr Paşa ragihand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê Kurd bibin yek û destnîşan kir, pirsgirêka Kurd û ya Rojhilata Navîn bi paradîgmaya Abdullah Ocalan dikare çareser bibe.
- Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol anî ziman, armanc ji projeyên HES'ê ku parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet a li ser Kurdistanê y e, talankirina xwezayê û tunekirina dîroka çandê ye.
- Hevserokên Êlihê yên DEM Partiyê bi bîr xist ku Êlih ew bajar e ku ji salên 1970'yî ve tevgera welatparêz lê rabû, mezin û civakî bû û gotin, "Xelkê Êlihê bi biryar e ku nehêle kelek lawaz bibe."