ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.
Komploya navneteweyî 129 rojan dewam kir. Ji wan 66 roj li Romayê, 37 roj li Moskowayê, 13 roj li Naîrobiyê, 8 roj li Bîşkekê û 5 roj jî Atînayê derbas bûn. Di revandin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd de rola 14 paytextan hebû.
Endama Komîteya Rêveber a KJK'ê Zerîn Rûken diyar kir ku armanca bingehîn a komployê tasfiyekirina Rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê bû û got, "Xeta neteweya demokratîk bi pêşengiya jinan û gelan ji niha ve gihîştiye asta herî bilind."
Endamê OHD’ê Parêzer Riza Polat anî ziman ku komploya li dijî Ocalan li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hemûyan pêk hatiye û îro ev komplo bi pergala tecrîda taybet dewam dike.
Ji fermandarên HPG'ê Cengîn Welat li ser salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û anî ziman ku komplo bi tecrîdê dewam dike. Cengîn Welat got, "Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin."
Rêveberiya DYE'yê ku Çîn weke 'hevrikê sereke yê stratejîk' pênase kir, ragihand ku ji bo polîtîkayên têkildarî vî welatî diyar bike, wê di bin sîwana Pentagonê de komeke xebatê ava bike.