ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Ji fermandarên şerê Kobanê Meryem Kobanê, ku li dijî DAÎŞ'ê bi çeka xwe li ber xwe da, niha jî wî şerê mezin bi pênûsa xwe ji nifşên nû re radigihîne. Meryem Kobanê dibêje, "Yên li ber xwe dan diviyabû weke leşkerên meçhûl nemabûna."
Li dijî meleyên ji derve tên anîn, Elmanya kete nava liv û tevgerê. Li gorî plana nû ya Wezîrê Karên Hundir Seehofer wê hatina meleyan a ji Tirkiyeyê bê astengkirin.
Fransa û Awûstûrya ku dema dawî gelek êrişên çeteyên DAÎŞ'ê lê rû dan, têkildarî koçberiyê û herêma Schengenê daxwaza tedbîrên nû dikin.