ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li gel şerê vekirî, ji destavêtinê heta kuştinê bi siyaseta nihadperestiyê şerê taybet dimeşîne. Karayilan bal kişand ser bûyerên li Kercewsê û got, "Hesabê hemûyan wê bê pirsîn."

Wekîlê HDP'î Omer Ocalan destnîşan kir ku peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê ji aliyê Kurdan ve nayê qebûlkirin û xwest, hurmet ji daxwazên civaka Êzidî re bê dayin.

Girtiyên TKP-ML'î ragihandin ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK'ê, wê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 5 rojan bikin.

TKP-ML MK-SB diyar kir ku gerîla Mûharrem (Ferdî Tosûn) di encama êrişên giran ên li Alîbogazi ya Dersimê ku 30'ê Cotmehê dest pê kir û heta 9'ê Mijdarê dewam kir şehîd ketiye.

 Kampanya "Dem hatiye" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Însiyatîfa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re" hate destpêkirin, di asta navneteweyî de piştgiriyeke mezin werdigire.

Rêveberê Giştî yê Malbenda 20’an a Qereçox yê Partiya Yekîtiya Nişatîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Navçeya Mexmûrê Nesulilah Sûrçî: Dewleta Tirk bi hinceta ku şerê PKK’ê dikin îro axa Başûrê Kurdistanê dagir dike û dixwaze heta sala 2023'an van herêman bixe nava sînorê dewleta xwe.

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û ji bo darizandina Erdogan bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo Abdulkerîm Talli û Ahmet Talli yên birayên hev, ku beriya çar salan ji Kampa Mexmûrê hatin Swîsreyê û ji bo penaberiyê serlêdan kirin, ji bo radestî Tirkiyeyê neyên kirin, kampanyayê dest pê kir.

Dewleta Tirk ku bi Bendava Ilisûyê Heskîf a 12 hezar salî di nava avê de hişt, li Bakurê Kurdistanê bi rengekî bênavber dîrok û çandê qir dike.

Di operasyoneke mezin a Înterpolê de ya li 35 welatan, heta niha zêdeyî 20 hezar kes hatine destgîrkirin, ku bi rêya înternet û telefonê sextekarî kirine.

Eniya Polîsarîo ku li Sehra Rojava ya li bakurê rojava yê Efrîkayê li dijî Fasê ji bo serxwebûnê têdikoşe, biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a li ser naskirina serweriya Fasê ya li Sehra Rojava bi tundî şermezar kir.