ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Kesekî ku beriya çend salan mir weke gumanbarê sereke hate ragihandin û dosya kuştina Palme hate rawestandin. Swêd û welatên Ewropayê ku piştî bûyerê gelek Kurd destgîr kirin û li dijî PKK'ê ketin nava liv û tevgerê, niha divê lêborînê ji Kurdan bixwazin.
Navenda Civaka demokratîk a Kurd a Swêdê ku derdora 60 komele û rêxistinên xwe hene, ji Swêdê xwest ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.
Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku armanca bingehîn a dijminên Kurdan, tunekirina yekîtiya gelê Kurd e û got, xeta berxwedanê wê li dijî faşîzmê bi ser bikeve.
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku HDP bi gel re têkoşîna xwe didomîne û got, "Divê her kes li her cihî balê bikişîne ser darbekariya AKP'ê."
KCDK-E'yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê banga mezinkirina berxwedanê kir û ji bo çalkaiyên 13'ê Hezîranê banga tevlîbûnê kir.
Li Derya Spî ji ber noqbûna keştiyeke penaberan herî kêm 34 kesî jiyana xwe ji dest dan.