ROJEVA 11'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Gulana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Gulana 2020'an.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew bi ruh, cewher û pîvanên protokola 1982-83'an ve girêdayî ne û got, ev yek dikare ji peymana Kongreya Neteweyî re bibe referans; eger gavek bê avêtin wê bi du gavan bersivê bidin.
Li gundê Ortanca yê Wanê, konê sersaxiyê bû sedem ku 84 mirov bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) bikevin. Eşkere bû kon ji aliyê komên oleperest ên tundrew ve hatiye vedan, ku berê jî li Wanê timî bi ço û biviran êriş dibirin ser gel.
Li gorî rejîma Îranê hejmara qurbanî û nexweşên vîrûsa koronayê kêm bûye. Ji ber fikarên li ser aboriyê tevdîra mayina li malê hate sistkirin. Li Tehranê li pêşiya buroyên dowîzê rêzên ji mirovan çêbûn. Fikar ji pêleke nû ya vîrûsê tê kirin.
Çalakiyên bi daxwaza guhertina rejîma Cezayîrê tên kirin, ji ber şewba Covîd-19 hatin rawestandin. Desthilatdarî dixwaze vîrûsê bi kar bîne û bi vî rengî nerazîbûna gel bitepisîne.
Li Şengalê rêveberiyên xwecihî xebatên xwe yên avadanî û xizmetguzariyê di şert û mercên zehmet ên şewba vîrusa korona de jî didomîne.
Kaçan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan bal kişandiye ser metirsiyên mezin ên li ser destketiyên gelê Kurd û got, ji bo yekrêziya nava Kurdan û yekîtiya neteweyî divê her hêz guh bide bangên Ocalan.