ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Gerîlayên YJA Starê: Li hemberî jinên ku bi azadiyê bûne yek, ti hêz nikare bisekine. Ji bo mezinkirin û berfirehkirina azadiyê divê jin hemû berê xwe bidin refên azadiyê.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê şehîdên Komkujiya Qamişloyê ya 12'ê Adara 2004'an û Komkujiya Taxa Gaziyê ya 12'ê Adara 1995'an bi bîr anî. KCK'ê her wiha diyar kir ku PDK ji komkujiya li Şêladizê berpirsyar e.

- Karên hilbijartinê yên DEM Partiyê wê bêne şopandin.

- Ji neviyên Şêx Seîd yek ji şaredarên berê yên Xinûsê Hasan Basrî Firat bal kişand ser wan hêzan ku olê bi kar tînin û di bin fermana dewletê de ne û got, divê Kurd hemû piştgiriyê bidin DEM Partiyê.

- Namzeta Hevşaredariya Muksê Ayvaz Hazir destnîşan kir ku ji bo Kurd karibin xwe bi rê ve bibin, hilbijartin gelekî girîng e û got, ev hilbijartin ji bo gelê Kurd şensekî mezin e.

- Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bêgirê Bariş Yilmaz got, "Gelê me wê careke din xwedî li partî û îradeya xwe derkeve, wê dersa demokrasiyê bide Tirkiyeyê."

- Esma Ehmed ku wênevaneke ciwan a li Qamişloyê ye, bi wêneyên rengîn ên fikrê xwe, bi serpêhatiya bêdawî ya xeyalên xwe û bi rewşa bi wate ya jiyana xwe xwedî li nirxên dîrokî derdikeve.