ROJEVA 10'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan, 10'ê Mijdarê...

-Protokola ku dewleta Tirk li Efrînê bi çeteyan û 'meclîsên mehelî' ji bo talana zeytûnên Efrînê danîn nexabite. 'Meclîsa Mehellî ya Şerayê' gilhê çeteyan kirin.

-Beriya serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a 10'ê Mijdarê ya Parîsê bi hincetên bêbingeh siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya hate girtin.

-Miftiyê Wanê Arvas ku melayên endamê DÎ-VES'ê îxrac kirî û bi jiyaneke luks balê dikişîne, herî dawî bi 150 hezar lîreyî odeya xwe nû kir.

-Bajarokê Rûbarok ê Şemzînana Colemêrgê bi çarçoweya konsepta şer a AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan kirin navçe.

-Taloke heye ku gola Namakê ya li herêma Kumê ya Îranê ziwa bibe. Tê texmînkirin ku gol ziwa bibe bobelateke hawîrdorê pêk were.

-Semra Tarsûs, ev 12 sal in bi firotina berên organîk debara xwe dike. Tarsûs got ew dixwaze mezaxtina berên organîk berbelav bike.