ROJEVA 10'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro jî 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dest bi rojiya mirinê dikin. Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê yên 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.

-- Girtiyên li Girtîgeha Gebzeyê nerazîbûn nîşanî bêdenga li pêşberî tecrîdê dan û gotin, "Roj roja xwedîderketina li çalakgeran e, roja bidawîkirina tecrîdê ye."

- Ebîrê DAÎŞ'ê Ebû Hacir diyar kir, dema ku sala 2014'an wan Tirba Suleyman Şah dorpêç kirin, karê dewr-teslîm ên leşkerên Tirk ji aliyê wan ve hatiye kirin. Artêşa Tirk ku bîat ji DAÎŞ'ê re dikir, piştî ku tirb bi piştgiriya YPG/YPJ'ê ji herêmê rakir, nerazîbûn nîşanî 'Ruhê Eşmê' da ku Oclaan dianî ziman.

- Ji berxwedêrên rojiya mirinê Asli Dogan destnîşan kir, di qonaxa heyî ya berxwedanê de gilî û gazin têrê nakin û got, "Kêr li ser hestî ye. Çi ji destê kê tê divê bike."

-Şagirtên Akademiya Zanistiyên Siyasî yên Abdullah Ocalan, berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê silav kirin û diyar kirin, ji têkbirina tecrîdê gumana wan nîne.

- Yuksel Şahîn ku kekê wê Mûstafa Sarikaya 145 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide, got, "Bedena wan dihele, em jî li derve dihelin." Şahîn bang li Tirkiye û welatên Ewropayê kir ku gavê biavêjin.

- Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncansi da xuyakirin, tecrîd li dijî peymanên navneteweyî û Destûra Bingehîn a Tirk e û got, "Ev yek êşkence ye."