ROJEVA 10'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Serokê rêxistina civakî ya sivîl a Katalan CÎEMEN'ê Davîd Mînoves anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî gerdûnî ye û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.
- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê ji ber destpêkirina meha Remezanê daxuyaniyek da û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe di vê meha Remezanê de hîn mezin bike. Ji ber ku ji bo Misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de ne, berxwedan mîna îbadetê ye."
- Êrîşa ku DAÎŞ'ê di 11'ê Adarê de bir ser Şaredariya Gel a Qamişloyê 10 sal li pey xwe hişt. Hevşaredara wê demê Sema Bektaş qala wê rojê kir; Endamê Komîteya Ekolojiyê û Şaredariya Gel a Qamişloyê Mesût Yûsûf jî qala karên 2023'an kir.
- Xebatên hilbijartinan ên DEM Partiyê wê bêne şopandin.
- Platforma Gel û Baweriyan a Mezopotamyayê têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bang kir ku piştgirî ji DEM Partiyê re bê dayin.
- Şêniyên Mûşê bi gotina 'Xizmet ji xelkê Mûşê re nayê kirin, tenê dizî tê kirin' nerazîbûn nîşanî namzetê AKP'ê Feyat Asya dan û gotin, "Ji bo jinûve jiyanê em piştgiriyê didin DEM Partiyê."
- Berdevka KBDH'ê Hêvî Sarya di salvegera damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) de axivî û got, "Li dijî faşîzmê û serweriya mêr em bang li jinan dikin ku serhildanê mezin bikin û ber bi şoreşa jinê ve bimeşin."