ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Karayilan got, "Ya ku niha di rojevê de ye, tasfiyeya me, tasfiyeya PKK'ê nîne. Ji ber ku ew ji tasfiyebûna xwe ditirsin, bi her awayî polîtîkayeke êrîşkariyê dimeşînin."
- Eşkere bû ku Midûrê Perwerdeya Milî yê Şaxê û birayê wî, bi rêya şîrketa xwe hemû îhaleyê li Şaxê bi zorê ya jî bi gefxwarinê wergirtine.
- Derket holê ku Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê Hans-Georg Maassen timî bi lîdera partiya nîjadperest AfD'ê re hevdîtin kiriye. Tê gotin ku Maassen şîret li AfD'ê kiriye ji bo ji aliyê îstîxbaratê ve neyê şopandin.
- Hejar Zagros weke fermandarê herêma Koçgirî, sala 2012'an dema dixwest komekê derbasî herêma Derya Reş bike şer derket û gava hewl dida hevrêyekî xwe yê birîndar rizgar bike, şehîd bû.