ROJEVA 1'Ê TÎRMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Tîrmeha 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Tîrmeha 2019'an.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê nirxand û diyar kir, desthilatdariyek ku li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn û Antalyayê têk çûye rewatî û hêza xwe ya rêveberiyê nemaye.
- Selîm Zîlan yek ji fermandarên HPG'ê ye ku berî 23 salan şahidî ji çalakiya fedayî ya Zîlan re kir. Selîm Zîlan got, "Em ê bi ruhê Zîlan bi ser bikevin."
- Pêşbirkeke xelatê ku saziya bi navê Compassion in World Farming (CIWF) pêk tîne, nîşan dide ku heywanên ji bo goşt, şîr an jî hêka wan tên xwedîkirin, bêyî ku êşkence li wan bê kirin jî mirov dikarin jê sûdê werbigirin.