ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
* Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin, wê bêne şopandin.
* Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku ger AKP di zîhniyeta înkarê de israr bike wê bi heman armancê re rû bi rû bimîne û got: “Ger AKP weke 2013’an nêzîk bibe wê dewleta Tirk gavekê jî pêşve neçe.”
* Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
* Hêvî Îbrahîm Hesen a ku di salên 1990’î de Têkoşîna Azadiya Kurd nas kir, ji bo parastina mal, tax û kolanên xwe têdikoşe wiha got: “Bendava Tişrînê rûmeta me ye. Em ê rûmeta xwe biparêzin.”
* Şervanê QSD’ê Dilo Hesekê diyar kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin û got: “Ev der axa me ye. Em ê ti carî rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin.”
* Pîrê Ocaxa Sînemîliyan Suleyman Deprem da zanîn ku Tirkiye kaosa li Sûriyeyê bikar tîne, dijminatiya gelê Kurd dike û ji ber felsefeya jiyana komunal jî dijminatiya Elewiyan dike û got ku têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e.
* Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
* Çalakiyên xizmên girtiyan û windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê û geşedanên têkildarî mijarê wê bên şopandin.
* Endamê Meclîsa DEM Partiyê Ender Îmrek anî ziman ku tiştên ku di van demên dawî de diqewimin divê weke êrîşa topyekûn a li hemberî muxalefetê were dîtin û destnîşan kir ku divê muxalefet li hemberî vê yekê têbikoşe.
* Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.