ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê nirxand û got, "Ji faşîzmê re her tim dijmin divê. Wekî din, dixwazin bîr û hişê civakê pûç bikin ku civak nikaribe baş bifikire. Ji ber ku gelek gendelî û dizî kirin."

- Civata Xiristiyan ku bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re xwe li Efrînê girt û şeş sal in li gorî baweriya xwe bi rengekî azad dijî, bang li hemû Xiristiyanan û mirovên xwedî bawerî kir ku li ber dagirkeriyê rabin.

- Siyasetmedara Bakurê Sûriyê Zelal Cîger li ser planên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê axivî û diyar kir berxwedana serdemê ya li Efrînê ji bo van planan asteng e û van planan pûç dike.

- Li Wanê saziyên medenî li ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê rabûn.  Endamê Rêveberiya Tevgera Aştî û Edaletê Yakûp Aslan got, dawiya xeyalperestiya Enver Paşa xirab e.