ROJEVA 1'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Sibata 2019'an.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Plana stratejîk a şerê nû yê dewleta Tirk eşkere bû. Şerê di çarçoveya vê planê de 24'ê Tîrmeha 2015'an li dijî gelê Kurdistanê dest pê kir ji her alî ve dewam dike. Yek ji qenalên neteweyî yên Misrê TeN TV belge weşand.

- PKK: Bi navê rêveberiya partiyê û komîteya navendî, di salvegera 13'an a şehadeta Viyan Soran de em wê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê armancên wê bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wê derkevin.

- Gerîlaya YJA Starê Rûken Welat ku dema xwendekara zanîngehê bû di pêvajoya serhildana Kobanê de tevlî nava refên gerîla bû. Rûken Welat got, yên dixwazin ji bo gelê xwe tiştekî bikin divê berê xwe bidin çiyê.

- Hejmara 167'an a Newaya Jin bi manşeta "Leylayên bi rojê re destgirtî bûne û bûne çirûsk ji şoreşê re" derket.

- Penaberê Kurd Behroûz Boochanî ku ji sala 2013'an û vir ve li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê ma û ji aliyê ti welatî ve nehate qebûlkirin, hêjayî xelata herî hêja ya wêjeyê ya Awûstralyayê hat.