ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên ku bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê werin lidarxistin wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê dewam bike wê çareserî pêk neyê. Çîftyurek got, "Divê Abdullah Ocalan karibe nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike."

- Li Bameydanê di 26'ê Tebaxê de leşkerên Tirk êşkence li malbateke koçer kiribûn ku pezê xwe diçêrand û dest danîbûn ser heywan û malzemeyên wan. Ji ber ku nîşaneyeke şer li qadê nîne, pirsa 'Gelo gerîla hatin înfazkirin?' dixe hişê mirovan.

- Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara xwe ya 222'an bi manşeta 'Tevnên konfederalîzma jinê têne hûnandin' weşand.

- Jîr Baz li her qada gerîla bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û nêzîkatiya xwe ya durustî bû milîtanekî Apoyî. Çiya ji bo Jîr mîna dergahekê bû ku bi rengê dayikekê ew hembêz dikir, diparast, mezin û xurt dikir.