ROJEV/24 PÛŞPER 2012

ROJEV/24 PÛŞPER 2012

*Li Misirê Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku ew ê roja yekşemê encamên hilbijartina serokkomartiyê ya ku hatibû taloqkirin aşkere bikin. Her du namzedan îdîa kirin ku wan hilbijartinê qezenç kiriye û dê hikûmeta yekgirtî ava bikin.

* Digot; “Ez muzîsyen im, piştî hinekî ji Deryaya Reş im, lê ji her tiştê zêdetir şoreşger im…” Hunermendê Laz Kazim Koyuncu ku bi navê “Dîna K’akî” dihat naskirin, ev 7 sal in nava me bar kiriye. Dê di 7’emîn salvegera mirina xwe de were bîranîn. Wî silavan ji “zarokên şoreşger ên çiyayan” re dişand û dengek bêhempa yê wî hebû.

* Li Swîsreyê tevî partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên girseyên demokratîk, bi hezaran kes sererastkirinên di qanûnên “penahiyê (îltîca)” de yên ji aliyê Konseya Neteweyî ve hat qebûlkirin, protesto kirin.

* Hunermend Tiken Jah Fakolu, ji ber gefên kuştinê ji welatê Peravên Qîlê Fîlan reviya Malîyê û bihîstyariya xwe ya ji bo axa xwe û pirsgirêkên gerdûnî bi stranên xwe tîne ziman. Bi taybet di strana xwe ya bi navê “Êdî tu tiştek min matmayî nake” de qala cîhana hatiye parvekirin dike.

* Hat zanîn ku li navçeya Qilaban a Şirnexê hêzên dewletê yên paramilîter ên bi navê “Tîma Xencer” û Tîmên Tevgera Taybet digerin û kemînan dideynin.