* Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro diçe Amedê.
*Ji bo doz zarokê Kurd 17 salî yê bi navê B.Y. ku bi îdîaya “Endamê rêxistina terorê ye” tê darizandin, îfadeyên şahida/ê “nepenî” û belgeyên ji înternetê hatine derxistin bûn delîl û 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. 1. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ceza taloq nekir û 10 sal cezayê girtîgehê ne bes bû, 12 hezar TL pere jî li B.Y. birî.
*Yek ji komên mûzîka rock a Kurdî Siya Şevê, bi albuma xwe ya yekê ya binavê Zeng û ya duwem jî bi navê “Pûç” balê kişand ser xwe. Albûma wan a ku nû ya binavê “Bêyom” piştî du salan derket. Ev koma mûzîkê ji ber şêwaza xwe ya resen bala mûzîkhezan dikişîne ser xwe. Komdibêje; “Mûzîka Kurdî xwe dubare dike”.
*8’ê Hezîrana sala 1972’an Phuc Kim ya ku ji sê rojan û vir ve xwe spartibû perestgeha Cao Daî bi qêrînekê veciniqî: Pêwîste em ji vir derkevin, dê vir bombebaran bikin û em hemû dê bimirin.
*Hat ragihandin ku, di nav de 78 komîser û serkomîser jî heyî 2 hezar 623 polîsên di Miduriyeta Polîsan ya Stenbolê de erkdarin, tayîna wan ji bo rojhilat û bêhtirî xwe jî ji bo bajarên Kurdan derketiye.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo plana Annan kontrol bike şandeya çavdêriyê ya ku şandî Sûriyeyê û di nav de 5 efserên Tirk jî hene, rêveberiya Esad vîze nedan wan 5 efseran. Ji ber sedema pirsgirêka vîzeyê efseran cihê xwe di şandeyê de negirt.
*Xelata Mîrasên Çandî ya Yekitiya Ewropa/Europa Noastra ya ji aliyê Komîsyona Ewropayê û Euorppa Nostra ve tê dayîn, hêjayê Hewldana Allianoi ya ji bo rizgarkirina bajarê dîrokî û kevnar Allionoiyê têdikoşe hat dîtin.