ROJEV 16’Ê KANÛNÊ 2017

16’ê Kanûnê 2017 rojeva Navenda Nûçeyan

-Çalakiya Rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê wê were şopandin.

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Operasyon û geşedanên li Bakure Sûriyê yên li dijî DAIŞ’ê wê werin şopandin.

-Helkefta dagirkirinê ya ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin wê were şopandin.

-Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ku li dijî helkefta dagirkirina artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê helwest nîşan dan gotin, ‘’Em ne tenê dixwazin hêzên ku beriya bi 2 rojan bi mebesta dagirkirina ketina xaka me lê dixwazin hemû baregehên xwe yên leşkerî ji Kurdistanê derxînin.’’

- Lêgerînên ‘çareseriya bê Kurd’ a li Cinêv, Astana, Soçî û Riyadê bi lêgerînê dimînin lê li Bakurê Sûriyê modêla federasyona demokratîk gav bi gav pêk tê.

-Helkefta Meraşê di salvegera 40. a komkujiya Meraşê de li Strasboûrge ya Fransayê wê çalakiyeke girseyî pêk bîne, wê bang li KE, NY û YE’yê bike ku peywira xwe bi cih bîne.

- Li Wanê bi sedan zarok di serma zivistanê de neçar in ku li  kuçeyan bixebitin, gelek jê li ser sergoyan komira ku nehatî şewitandin didin hev û dibin malê.

-Xizmên Windayan weke her Şemî vê Şemiyê jî wê li Amed û Stenbolê li aqûbeta windayan bipirse.