BI DÎMEN

Rojên Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re

Di çarçoveya rojên çalakiyê yên navneteweyî de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakî pêk hat.

Di salvegera pêngava navneteweyî de ku bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hate destpêkirin, li çar aliyên cîhanê rojên 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' têne lidarxistin.

LI FESTÎVALA SENDÎKAYA ROCINANTEYÊ PANEL

Di çarçoveya festîvala salane ya Sendîkaya Rocinanteyê de li Şanoya Embrosê têkildarî bandora faşîzm û populîzma rastgir li ser çîna karker û tevgerên karker panelek hate lidarxistin. Di panelê de li ser avakirina enternasyonalîzmeke nû ya di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de nîqaş hatin kirin.

Qisekeran ji bo meşa 11'ê Cotmehê ya li Atînayê û çalakiyên din banga tevlîbûnê kirin.

LI FESTÎVALA NEA ARISTERAYÊ STANT

Li Festîvala Nea Aristera (Çep a Nû) ku her sal tê lidarxistin, di çarçoveya azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re stant hate danîn.

Di çalakiyê de qala tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna li dijî tecrîdê û ji bo misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.

SEMÎNER

Di 5'ê Cotmehê de li Navenda Civakî ya Altaiyê, semînerek bi beşdariya nûnerên pênc rêxistinên cuda hate lidarxistin.

Di semînerê de her wiha ji bo konferansa 9'ê Cotmehê ya Baroya Atîna û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û meşa navendî yıa 11'ê Cotmehê ya li Atînayê banga tevlîbûnê hate kirin.