Rojbûna Ocalan li Bremenê hate pîrozkirin

Li bajarê Bremen ê Almanyayê 69. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Li bajarê Bremen ê Almanya ji aliyê Meclisa Jinan a Sêvê ve bi boneya 69. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktivîteyek hat organîzekirin. Bi sedan jinên Kurdistanî tevlî aktivîteya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin, bûn. Di pîrozbahiya bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir de, Hevseroka NCKD Bremen Manal Dûkû axaftinek kurt kir, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan di salên xwe yên dibistanê ji bo Kurdistanê dayî bibîr xist. Dûkû wiha got: “Ocalan di serî de ji bo jinan û gelên Rojhilata Navîn bûye sembola azadiyê. Em weke jin ji bo azadiya Rêberê xwe wê heta dawiyê tekoşîn bikîn. Ez ji her kesê hêvî dikim ku xwedî li Rêbertiyê derkevin.”

‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN GELÊ KURD BI SAXÎ BIKIN DI GORÊ DE’

Di pîrozbahiyê de sinevîzyona ku jiyana Ocalan tîne ziman hate nîşandan. Piştî sinevîzyonê Îbrahîm Bradost li ser navê Ciwanên Azad axivî, destnîşan kir ku bi tecrîda ku li Îmraliyê tê pêkanîn dixwezin gelê Kurd bi saxî bixin di gorê de, lê ciwanên Kurdan ti carî rênadin vê yekê. Piştre koroya zarokan a Koma Zarokan a Aram Tigran û Ozgur Comert derketin ser dikê. Aktivîte piştî nîşandana berhemên zarokan û şûnde bi dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.