Rojbûna Ocalan li Bonn û Essenê hate pîrozkirin

Li bajarê Bonn û Essenê yên Elmanyayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Bonnê yê Elmanyayê dijîn tevî dostên xwe rojbûna Ocalan pîroz kirin.

Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Piştevaniyê ya Bonn-Kurdistanê ve li Friedenplatzê ve hate organîzekirin.

Qada pîrozbahiyê bi posterên Ocalan ahte xemilandin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Efrînê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Bi navê malbatên şehîdan axaftin hate kirin û qisekeran gotin, "Di vê oxirê de gelek berdêl hatin dayin, lê gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Afirîrê vê yekê Serok Apo ye, em wî silav dikin. Ew ji bo me gelekî hêja ye, divê gelê Kurd xwedî lê derkeve. Divê Rêberê me azad be. Ji bo vê jî lazim e em hê bêhtir bixebitin."

Nûnerê PYD'ê yê Bonnê Celal Efrîn jî got, "Xwedîderketina li Efrînê her wiha xwedîderketina li Rêbertî ye. Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li Efrînê ye."

Holger Delik jî bi navê Bonn Solidaritetkomitee axivî û got, "Xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li xweza, jinê û aştiyê ye."

ESSEN

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Essen ê Elmanyayê jî hate pîrozkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengal ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî xwendina helbestan û nîşandana sînevîzyona li ser Ocalan, semîner hate lidarxistin.