Rojbûna Ocalan li Atînayê hate pîrozkirin
4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wargeha Lavînoê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi meşeke bi meşaleyan hate pîrozkirin.
4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wargeha Lavînoê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi meşeke bi meşaleyan hate pîrozkirin.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, ji bo pîrozkirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî li wargeha Lavînoê bi meşaleyan meşiyan. Çalakger bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG YPJ û PYD’ê meşiyan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bijî berxwedana Efrînê”, “Terorîst Erdogan”, “Jin jiyan azadî”, “Dewleta dagirker ji Kurdistanê vekişe” û “Bijî yekitiya Kurdan” qîriyan.
‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Piştî meşê endama TJK-E Rûken Demîr axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Demîr got: “Di 15’e Sibata 1999'an de Rêber Ocalan bi komployek navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin. Li Girtigeha Girava Îmraliyê ya bi Ewlehiya Bilind dîl tê girtin. Girtîgeha Îmraliyê veguheriye girtîgeha pergala tecrîd û êşkenceyê. 19 sal in tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê ferzkirin. Herî dawî di 5’ê Nîsana 2015'an bi şandeya HDP’ê re hevdîtin pêk anîbû. Ev 3 sal in tenê carekê birayê wî Mehmet Ocalan çû giravê û ji 27’ê Hezîrana 2011'an vir ve jî bi awayek kêfî nahêlin parêzer biçin hevdîtinê. Ev tundî û tujî li ti derê cîhanê nayê qebûlkirin.”
‘ROJBÛNA MIROVAHIYÊ YE’
Demîr di dewama axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahiya mirovahiyê ye. Bi ruhê berxwedanê em ê tecrîda giran bişikînin. Rêber Apo hemû polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê têk biriye.”