Rojavayiyan radestkirina şervanên YPG’ê bo Tirkiyeyê şermezar kir

Rojavayiyan radestkirina şervanên YPG’ê bo Tirkiyeyê şermezar kir

Li Tirbespiyê, Amûdê û Dirbêsiyê bi sedan ciwan, koma çete ya girêdayî Partiya Azadî (Mistefa Cuma) ku 2 şervanên YPG'ê bi awayekî nemerdî girtibûn û teslîmî Tirkiyeyê kiribûn, bi çalakiyên cûda şermezar kirin.

Ciwanên ku li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin cem hev, ji vir dest bi meşê kirin. Çalakvanên ku meşale pêxistin, alên kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan, di nava kolanên bajêr de derbas bûn û bi sloganên ku piştgiriya YPG’ê dikin , YPG xeta me ya sore û “îxanetê” nelet dikin, heya meydana Şehîd Luqman meşiyan.

Piştî meşê Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Sefqan Efrînî axivî û destnîşan kir ku, koma xwe li ser Kurdan hesab dike beriya her kesî li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê welatiyên Kurd qetilkirin û Fermandara  YPG'ê Nûjîn Dêrik teslîmî Tirkiyeyê kirin, ji wê demê de girêdana xwe ya bi Tirkiyeyê re eşkere kirin. Efrîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku, ew wek ciwan dê helwesta xwe eşkere nîşan bidin û got: ''Em wek ciwan îro helwesta xwe li dijî van komên çete û xayîn nîşan dikin û dibêjin em dê rê nedin wan ku bi navê kurdîtiyê ji bo berjewendiyên xwe, herêmên me wêran bikin.''

Ciwanan diyarkirin ku, hebûna YPG'ê tê wateya hebûna wan, ji ber vê yekê ewê rê nedin kesî ku nêzî şervanên YPG'ê bibe, her wiha wê kesên îxanetkar bê hesab nehêlin.

AMÛDÊ

Di heman çerçoveyê de ciwanên Amûdê li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin cem hev û daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ciwanên Kurd , wê nehêlin ji bilî YPG'ê tu hêzên çekdar li ser xaka Rojavayê Kurdistanê hebin.

Di daxuyaniyê de teslîmkirina 2 şervanên YPG'ê hate şermezakirin û hate gortin ku ev komên çekdar li dijî berjewendiyên gelê Kurd tevdigerin, hemû karê ku dikin di çerçoveya xizmeta dewleta Tirkiyeyê dene û xwestine gelê Kurd ji şoreşa gelê Sûriyeyê bê par were hiştin. Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin dê ji van koman hesab were xwestin û bang li hemû tevger û rêxistinên ciwana hate kirin ku, li dora YPG'ê xwe bikin yek.

DIRBÊSIYÊ

Di heman çarçoveyê de li Dirbêsiyê jî bi dehan ciwan hatin cem hev û daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuiyaniyê de teslîmkirina 2 şervanên YPG'ê wek karê îxanetê hate binav kirin û hate gotin ku Partiya Azadî ji destpêka şoreşa gelê Sûriyeyê ve li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkan derdixe û dixwaze ku şerê navxweyî di nava gelê Kurd de destpê bike. Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku koma çekdar bê hesab nemîne.

Hefteyek beriya niha komek çekdar a girêdayî Partiya Azadî (Mistefa Cuma) ketibûn gundên Basûtê û Biric Ebalo yên Efrînê û gundiyan ji YPG'ê alîkarî xwestibû. Li ser vê yekê YPG’ê jî heyetek şandibû û koma çekdar xwest ku ji gund derkeve. Lê piştî hevdîtinê koma çekdar 2 şervanên YPG'ê bi awayekî nemerdî revandin. Pişt re hate hînbûn ku, koma çekdar 2 şervanên YPG'ê teslîmî komeke çekdar a girêdayî Tirkiyeyê kirine, ew koma ku şervanên YPG’ê teslîm girtin di deriyê sînor ê Tilebyed re teslîmî îstîxbarata Tirkiyeyê kirin e.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî dabû û teslîmkirina 2 şervanên YPG'ê wekî îxanetê binav kiribû.